Şêniyan cenazeyê şehîd Mihemed El-Hesen (Basil Til Birak) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan girt û ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ya li gundê Dawûdiye li bakurê bajarê Hesekê ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPG û YPJ) ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Weid Ilêwî axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî fedekariyên şehîdên rûmet û azadiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.”
Ilêwî de diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên şoreşa herêmê yên ku bi saya xwîn û fedekariyên şehîdan hatine bidestxistin, têk bibe.
Her wiha li ser navê Hêzên Disîplîna Leşkerî Xalid Nime axivî û sersaxî da malbata şehîd û soza şopandina rêya şehîdan da.
Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehadetê xwend û radestî malbata şehîd kir.
Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd, cenazeyê şehîd di nav tiliyên dayikan de û berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re veşart.