Li Hesekê cenazeyê Azad hat veşartin

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyê şervanê YPG′ê Azad Şedadê li goristana gundê Herîriyê ya herêma Şedadê veşartin.

Cenazeyê şervanê YPG′ê Îbrahîm Ehmed Hac (Azad Şedadê) ê ku 11’yê Gulanê di Pêngava Xezaba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi sedanb welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê ve li goristana gundê Herîriyê bi merasîmekê hat veşartin.

Merasîm bi rêzgiritina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Esed axivî, hemû cangoriyên di oxira azadiya welat de canê xwe feda kirine bibîr anî û sersaxî ji malbata şehîd Azad re xwest, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Fermandarê YPG′ê Tariq Mihemed û Endamê TEV-DEM′ê Menaf Seûd jî axivîn û diyar kirin ku bi saya berxwedana şehîdan, jiyaneke aram hat avakirin û destîşan kirin ku ew amade ne têkoşîna xwe bidomînin û gelê xwe ji zilm û zordariyê rizgar bikin.

Piştî axaftinan, nasnameya têkoşer xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristana gund di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.