Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Li Hesekê cenazeyê 3 şervanên YPG'ê hatin veşartin

 Li Hesekê û gundewarên wê duh cenazeyên 3`yê şervanên YPG`ê ku di Hemleya Xezeba Firatê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê hatin veşartin.

Li bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG`ê Îmad Ebdulfetah (Dilşêr Hesekê) ku di 15`ê Gulanê de şehîd bibû, Xazî Ebdulwehab Mele Elî (Muhened Hesekê) û Elî Ehmed Îbrahîm (Welat Hesekê) yên ku di 11`ê Gulanê de şehîd bibû, wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi gundê Dawûdiyê yê bakurê bajarê Hesekê ve ketin rê.

Cenazeyên 3 şervanan di nava dûrişmeyên dilsoziya bi cangoriyên azadiyê re ber bi goristanê ve meşiyan.

Merasîm bi torena  leşkerî ji aliyê şervanên YPJ/YPG`ê ve hate destpêkirin.  Ji Fermandarên YPG`ê Şiyar Delîl jî axivî û got:”Em îro şehîdên azadiyê, biratiya gelan û mirovahiyê bi rê dikin.  Em  YPG soza şopandina rêya wan nû dikin”.

Piştî axaftina cenazeyên şervanên YPG’ê  Dilşêr Hesekê, Muhened Hesekê û Welat Hesekê di nava tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Rojava , hatin veşartin.