Li Hesekê cenazeyê 3 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG′ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşatin
Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên 3 şervanên YPG′ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, li Goristana Şehîd Dijwar hatin veşatin
Girseya gel cenazeyên şervanên YPG′ê Elaa Deham (Mezlûm Hesekê), Berxwedan Mîş (Berxwedan Hesekê) û Yûsif Ugle ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ′ê û Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selma Silêmanv axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û bal kişand ser fedekariya şehîdan a di rizgarkirina welat de.
Fermandarê YPG′ê Zekî Kobanê jî soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriyeke azad, demoratîk û federal, da.
Her wiha Endamê Rêveberiya Xweser Hisên Elî jî diyar kir ku şeravnên azadiyê bi ruhê biratiya gelan û jiyana hevbeş bajarê Reqayê rizgar dikin û ber bi Dêra Zorê ve pêşve diçin.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê di nava tîlîliyên dayîikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.