Li Hesekê bi merasîmekê 3 şehîd hatin oxirkirin

Şêniyên Hesekê bi merasîmekê şehîda YPJ’ê Zozan Sema (Rûken Aras) û du şehîdên QSD’ê Ebdulezîz Hisên (Welî) û Elî El-Tehîjî (Hemze Hesekê) hatin oxirkirin.

Bi sedan şêniyên Hesekê tevlê merasîma oxirkirina şehîda YPJ’ê Zozan Sema û du şehîdên QSD'ê Ebdulezîz Hisên û Elî El-Tehîjî bûn.

Şêniyan cenazeyên şehîdan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê El-Dawiyê ve çûn. Li goristanê merasîmê bi toraneke leşkerî destpêkir. Piştre li ser navê hêzên leşkerî ji fermandarên QSD'ê Evînar Dêrik axivî.

Evînar destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriye di qonaxeke hesas re derbas dibe û ev herêm bi gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk re rû bi rû dimîne. Evînar axaftina xwe wiha domand: “Piştî şoreşa Rojava û gelek destketiyên ku bi saya şehîdan çêbûnî, ji wê demê ve heya niha dagirkeriya Tirk gef û êrişên xwe li dijî herêmê didomîne."

Her wiha Evînar da zanîn ku şehîd destanên lehengiyê yên mezin dinivîsin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ebdulrezaq Ehmed jî diyar kir ku şehîdan tiştên giranbuha feda kirin da ku gelên herêmê azad û bi rûmet bijîn. Ehmed diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hezaran şehîd dan da ku xaka wan ji çeteyan rizgar bibe û got: “Em ê rêya şehîdan bişopînin heta ku armancên wan ên azadiya gelan pêk bên."

Endamê Meclisa Bajarê Hesekê Iyeda El-Keraf jî destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk ew e ku projeya demokratîk û biratiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriye têk bibe. Her wiha piştrast kir ku ew ê parastina xaka xwe bikin û li hember van êrişan bisekinin.

Piştî axaftinan, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Selwa Salih wesîqeyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê şehîd Rûken Aras veguhestin navçeya Dirbêsiyê da ku li Goristana Şehîd Rustem Cûdï ya li gundê Berkevirê bê oxirkirin. Her wiha wê cenazeyê şehîd Ebdulezîz jî bibin Goristana Şehîdan a Til Temirê û şehîd Hemze Hesekê jî wê li goristana malbata wî ya li gundê Bab El-Ferec a li navçeya Holê bê veşartin.