Li Hesekê 2 DAÎŞ’î hatin girtin

Hêzên QSD’ê li bejahiya Hesekê bi operasyonekê 2 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.

Li bejahiya Hesekê bi tevlîbûna hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyonek li dijî çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin. Di operasyonê de 2 DAÎŞ’î hatin girtin.

Hate ragihandin çeteyên hatine girtin, endamên hucreyên aktîf ên DAÎŞ’ê ne, di hinek bûyerên li Hesekê qewimîn de cih girtine.

Li gel çeteyên hatine girtin, dest danîne ser rêjeyek cebilxane.