Li herêmên sînorî liv û tevgera çete û wesayîtên zirxî
Li xeta Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê tevgerekî ne asayî ya çete û wesayîtên zirxî heye.
Li xeta Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê tevgerekî ne asayî ya çete û wesayîtên zirxî heye.
Di saetên êvarê de li gundê Çariqlî yê girêdayî Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir û xeta navçeya Zirganê ya girêdayî Serêkaniyê tevgera çete û wesayîtên zirxî yen leşkerî heye.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her dem êrişî eniyên Eyn Îsa, Til Temir û Zirganê dikin. Sewqiyata çeteyan û wesayîtên leşkerî li van cihan li ser ragihandinê dihat dayîn.
Li cihên ku tê behskirin piştî gefên Erdogan û nûnerên dewleta Tirk a dagirker, tevgera balafirên keşfê zêde bûn.