Li herêma Cizîrê ew ê Newroz li 9 bajaran were pîrozkirin

Endamê Komîteya Amadekar ê Newrozê û Rêveberê TEV-DEM’ê Cahit Hesen diyar kir ku ew ê îsal Newrozê wekî piştgiriya ji bo berxwedana Efrînê pîroz bikin.

Li Bakurê Sûriyeyê û Rojava Newroz ew ê îsal bi şîara ‘Em bi giyanê Newrozê berwedanê geş bikin û li Efrînê bi ser bikevin’ were pîrozkirin. Li Herêma Cizîrê ew ê Newroz li 9 bajarên cihê were pîrozkirin. Di Newrozê de ew ê wekî pîrozbahiyên salê berê neyê kirin. Li ser navê rayedarên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê û li ser navê gelan ew ê bi Kurdî, Erebî û Siryanî axaftin werin kirin û ew ê ji bo berxwedana Efrînê piştgirî were dayîn.

LI 9 BAJARAN EW Ê DENGÊ EFRÎNÊ DERKEVE PÊŞ

Li Dêrik, Tirbespiyê, Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Tirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê Newroz were pîrozkirin. Li Dêrik û Amûdê ew ê saet di 10.00’an de were destpêkirin. Li bajarên din jî ew ê saet di 11.00’an were destpêkirin. Di Newroza îsal de ew ê ji pîrozbahiyên her salan wêdetir, stran û sirûdên li ser berxwedana Efrînê li Bakurê Sûriyeyê û Rojava olan bide.

WÊ PEYAMÊN BERXWEDANÊ WERE DAYÎN

 Endamê Komîteya Amadekar ê Newrozê û Rêveberê TEV-DEM’ê Cahit Hesen têkildarî çalakiyên Newrozê ji ANF’ê re axivî. Hesen got ku, “Newroza 2018’an ew ê bi giyanê berxwedanê yê li hemberî Efrînê were pîrozkirin. Berxwedana Serdemê ya du mehan ji Kawayê Hemdem Mazlûm Doğan heta Avesta Xabûr bû mînaka berxwedanê. Ji Kawa û vir ve Newroz bû ronahiya têkoşîna azadiyê û vê agirê berxwedanê îro jî zindî ye.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI GELÊ EFRÎNÊ

Hesen bangî gelên Herêma Cizîrê û gelên Bakurê Sûriyeyê kir û got “Divê îroj her kes dakeve qadan û her qadê bike cihê piştgiriya ji bo Efrînê. Berxwedana Efrînê ketiye qonaxeke din. Têkoşîna li dijî dagirkeriyê ew ê wekî 2 mehên borî, dîsa bidome. Divê em xwedî li gelê li Efrînê derkevin û têkoşînê geştir bikin.”