‘Li hemberî îxaneta PDK’ê em ê berxwedanê geş bikin’

Çalakvanên li pêşiya Deriyê Sînor ê Sêmalkayê diyar kirin ku PDK ji bo berjewendiya xwe îxanetê li gelê Kurd dike. Çalakvanan peyama geşkirina têkoşînê dan.

Çalakiya xwepêşandanê ya li deriyê Sêmalkayê di meha duyemîn de bi başdarbûna malbatên şehîdan, Dayikên Aştiyê, gelê herêma Cizîrê, sazî û rêxistinên sivîl û mafên mirovan, Nivisîngeha Kar û Barên Olî, bi daxwaza radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan û şehîd Serdem didome.

Îro Hêzên Parastina Civakî û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a herêma Cizîrê serdana konê xwepêşandanê kir.

Beşdaran wêneyên şehîdên Xelîfanê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PYD’ê û Hêzên Parastina Civakî hildan û li qada deriyê Sêmalkayê kom bûn û ber bi deriyê Pêşxabûrê ve çûn.

Xwepêşandanê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Parastina Civakî ya herêma Cizîrê Mihemed Cemîl bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd û diyar kir ku PDK ji bo bidestxistina berjewendiyên hizbî, bi hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk, îxanetê li gelê Kurd dike.

Ji rêveberên PYD’yê yên herêma Cizîrê Ahîn Elî jî diyar kir ku dijminên Kurdan ji bo qirkirina Kurdan, sûcên xwe didomînin.

Ahîn Elî got “Îxaneta PDK’ê wê bandorê li îradeya Kurdan a ji bo têkoşîna azadiyê ya li ser bingeha felsefeya Rêberê Gel Abdullah Ocalan neke.”