Li Helebê êrîşa bi droneyê: Birîndar hene
Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bi droneyê êrîş li nêzî dibistanekê hate kirin. Tê gotin, ji ber êrişê gelek kes birîndar bûne.
Li bajarê Helebê yê Sûriyeyê bi droneyê êrîş li nêzî dibistanekê hate kirin. Tê gotin, ji ber êrişê gelek kes birîndar bûne.
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku li taxa Suryan a li Helebê, li nêzî dibistana Îskenderonê êrîşeke bi droneyê hate kirin.
Hate ragihandin ku cihê êriş lê hate kirin nêzî baregeha hêzên hikumeta Şamê ye. Li gorî agahiyên destpêkê hin kes birîndar bûne. Lê belê agahiyên berfireh hîn bi dest neketin.