Li Helebê çalakiya konvedanê bi dawî bû
Li Helebê çalakiya konvedanê ya bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye“ bi daxuyaniyek girseyî dawî bû.
Li Helebê çalakiya konvedanê ya bi dirûşmeya “Dem Dema Azadiyê ye“ bi daxuyaniyek girseyî dawî bû.
Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye", çalakiya konvendanê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, îro bi daxuyaniyek girseyî bi dawî bû. Gelek sazî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyan tevlî daxuyaniyê bûn û axaftin kirin.
‘DEM DEMA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN E‘
Endama Rêveber a Xeta Şehîd Gulê Selmo Zeyneb Elî axivî û anî ziman ku faşîzma Tirk dixwaze bi rêya tecrîdê vîna gelên li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin bişkîne, lê belê em jî dibêjin dem dema azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di berdewama axaftin xwe de Elî bang li civaka navneteweyî kir û rêxistinên mafê mirovan kir û got: “Divê saziyên mafê mirovan xwedî li peywîra xwe ya exlaqî û mirovahiyê derkeve û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkevin dewrê.“
'AKADEMIYA RAMAN Û FELSEFEYÊ‘
Endamê Meclîsa Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo, Ehmed Cafer diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi milyonan mirov ji zilim û koletiyê rizgar kirine û wiha got: “Rêber Apo, Rêberê mirovahiyê ye û tu hêz nikare vîn û berxwedan wî têk bibe. Ji bo tevahiya gelan 23 sal in li girtîgeha Îmraliyê têdikoşe û girtîgeh veguherandiye akademiya raman û felsefeyê.“
‘JI RAMANÊN AZAD DITIRSIN‘
Endamê rêveber ê Komîna Şehîd Avaşîn, Ehmed Ebdullah jî bang li Rêxistinên Mafê Mirovan û Konseya Ewlekariyê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan rakin û got: "Tirkiyê û hevkarên wê ji ramanê Rêber Apo yên neteweya demokratîk û biratiya gelan ditirsin."
Piştî axaftinan çalakî bi xwendina daxuyaniyê bi dawî bû.