Li Heleb, Şehba û Reqayê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin - HATE NÛKIRIN
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Kantona Şehba û Reqayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Kantona Şehba û Reqayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.
Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û Kantona Şehbayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi danîna şitlan pîroz kirin.
Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, şervanên YPG/YPJ`ê û endamên saziyên herdu taxan 350 şitil danîn. Şitlên mişmiş, zeytûn, behîv û gûzan li Parka Rêber Apo ya li herêma Şiqeyf a bajarê Helebê hatin danîn.
Piştî danîna şitlan, girseya gel berê xwe da Qada Şehîdan a li rojavayê Şêxmeqsûdê. Li wir pîrozbahî ji aliyê Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan ve bi dirûşma “Rojbûna Rêbertî vejîna jiyana azad e” hat organîzekirin.
Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre li ser ji Fermandarên YPJ`ê Mahabad Heleb, endama însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amna Xidro û endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Nadiya Yûsif axivîn.
Mahabad Heleb destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rojbûna azadî, hebûn û heqîqetê ye û got: “Rêbertî rê ronî kir û hemû pêkhate hembêz kirin.”
Piştî axaftinan, koma Şehîd Sewsen Bîrhat û koma Şehîd Ronahî govendên folklorî gerandin. Koma Şehîd Delîla, Koma Şehîd Vajîn û Koma Agirî jî stran gotin.
Pîrozbahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.
ŞEHBA
Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Ehdas a Şehbayê Parka "Serok Apo" hat vekirin. Bi hezaran koçberên Efrînê û gelê Şehbayê, endamên saziyên sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî vekirina parkê bûn.
Piştî vekirina parkê, pîrozbahiyê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Hacer Miho axivî û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahî gelên cîhanê pîroz kir.
Piştre komên helbest û stranan hunera xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi danîna şitlan bi dawî bû.
REQA
Nivîsgeha Jinan a Reqayê şahiyek li hola Tac a naverasta bajar li dar xistin. Endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Jinan a Sûriyeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn.
Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Sewsen El Hesen axivî û got: "Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ne tenê zayîna azadiya gelê Kurd û rizgariya jinan e, di heman demê de ji bo hemû gelan û mirovahiyê tevda vejîneke nû ye. Nexasm piştî ku me nêrîna Rêber Abdullah Ocalan fêm kir ku ji dozên Rojhilata Navîn re çareserî danîn.”
Di dawiyê de Sewsen destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn e û got: "Ji ber wê hêzên hegemonîk û modernîteya kapîtalîst tecrîdeke giran lê ferz dikin. Projeya konfedralîzma demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, modela bidawîkirina alozî û tevliheviya li herêmê ye. ʹʹ
Di dawiya şahiyê de komên Navenda Çandê û Hîlala Zêrîn a Reqayê berhemên xwe