Li Hecînê teqîn: 3 sivîl birîndar bûn

Li Hecîna Dêrazorê ji ber teqandina motorbisikletekê 3 sivîl birîndar bûn.

Li Hecîna Dêrazorê ji ber teqandina motorbisikletekê bombebarkirî 3 sivîl birîndar bûn. Şahidên bûyerê diyar kirin ku kesekî rûyê wî nixumandî ev motorbisiklet aniye nêzî Nexweşxaneya Şifayê.

Şahidan diyar kirin ku dema Serokê Meclîsê Hewama Suhbî Muhammed Îbrahîm hatiye sûkê ev motorbisiklet hatiye teqandin. Tevî Îbrahîm 2 kesên sivîl birîndar bûn. Hate diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û rewşa wan baş e.