Li Hecînê du çete hatin kuştin

QSD’ê diyar kir ku dema du çeteyên DAÎŞ’ê xwestine têkevin bajaroka Hecînê, hatine kuştin.

Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, çeteyên DAÎŞ’ê ji bejahiya Suveydê hatine ya ku di bin kontrola rejîma Sûriyeyê de ne. Çeteyan xwestine têkevin bajaroka Hecînê ya Dêrazorê.

Şervanên QSD’ê îxbara hatina çeteyan wergirt û li herêmê operasyonek da destpêkirin.

Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer çêbû û du çete hatin kuştin.

Hate diyarkirin ku di şer de 3 şervanên QSD’ê jî şehîd bûne.