Li gundê Elpelûrê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li Herêma Firatê, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li gundê Elpelûrê yê Kobanê bi tevlêbûna şêniyên Herêma Firatê, sazî û Dezgehên Rêveberiya Xweser, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin. Şahî bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji Koordînasyona Kongra Star Emîna Bekir axivî.

Bekir anî ziman ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd rojbûna fikra azad e û got: “Rojbûna Rêber Apo civakeke demokrat bi xwe re anî, jiyaneke wekhev di navbera her kesî de da avakirin. Rojbûna Rêber Apo bi xwe re çirûska jiyaneke nû da avakirin, ji bo wê divê em bi yek destî azadiya Rêber Apo ya fîzîkî teqez bikin.”

Remedan Şefîq jî ragihand ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ew ê dev ji doza xwe bernadin.

Piştre hunermendê Pêşewa yê ji Başûrê Kurdistanê beşdarî şahiyê bû, ji Tevgera Çand û Hunera Baqî Xido gelek stiran û dîlan hatin pêşkêşkirin.

Şêniyên tevlê pîrozbahiyê bûn bi boneya rojê ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

Mihemed Emîn Ibrahîm diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew ji tarîtiyê derxistin û ber bi ronahiyê ve birin û got: “Tecrîda li ser Rêberê me didome, Rêberê me bi berxwedaniya xwe em ji tarîtiyê derxistin ronahiyê. Ji bo wê em bang li tevahî gelan dikin ku bibin yek ku em azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin.”

Îbrahîm bilêv kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê li kûderê azadîxwaz hebin êrîşê wir dike û got: “Em rojbûna Rêber Apo li tevahî gelê Kurd û Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em bang li tevahî gel dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser pêyan.”

Edlê Berkel jî wiha got: “Em li dora Îmralî bibin agir û bibin xelek, îro bi hezaran gel li ser pêyanin, nefes jiyan û hebûna me Rêberê me ye. Em ê tecrîdê bişkînin û Rêberê xwe azad bikin.”