Li gundê Cindirêsê Hemanê çeteyan 6 kes revandin
Li Efrînê çeteyên dagirker li gundê Hemanê ya Cindirêsê êrîş bi ser gel de birin. Hate gotin çeteyan ji malekê 6 kes revandin.
Li Efrînê çeteyên dagirker li gundê Hemanê ya Cindirêsê êrîş bi ser gel de birin. Hate gotin çeteyan ji malekê 6 kes revandin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi ser wê de li Efrînê êrîşên ser gel didomînin.
Li gorî agahiyên xwecih li gundê Hemamê ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê çeteyên Hemzet ketine malekê û ji yek malê 6 kes revandine.
Kesên ku gundî revandine navê duyan ji wan diyar bû. Tê gotin navê wan Evdo Raşîd Solîman û Ehmed Huseyin in.
Çeteyan îro bi ser gundê Burç Heyder ya Şerewa ya Efrînê de girin û gelek kes revandin.