Li Girkêlegê têkoşer Sakîne, Leyla û Fîdan hatin bibîranîn

Yekîtiya Mamosteyên Navçeya Girkêlegê ya Bajarê Dêrikê ji bo  5’emîn salvegera komkujiya Parîsê semînerek lidarxist.

Bi boneya 5’emîn salvegera  komkujiya Parîsê , ya ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatiûn qetilkirin,  Yekîtiya Mamosteyên Navçeya Girkêlegê ya bajarê Dêrikê ya Herêma Cizîrê semînerek li salona Çand û Hunera Arama Tîgran lidarxistin. Di semînerê de li ser têkoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sînevîzyonek hate nîşandan.

Semînerê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre  endamê Rêveberiya Komîteya Perwerdehiyê ya Demokratîk Harûn Şikakî axivî û  diyar kir ku Heval Sara weke jineke Kurd li hember hemû rengên desthildariyê têkoşiya û got  "Dewleta Tirk ji ber ku nikaribû li hember fikir û felsefeya jina azad bisekine, hevalên me kirin hedef û komkujî pêk anîn. Em jî dibêjin em ê her tim li ser şopa Heval Sakîne, Fîdan û Leyla bimeşin û em ê doza wan bişopînin."

Civîn bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" bi dawî bû.