Li Girkê Legê û Tebqayê agirê Newrozê hat vêxistin

Şêniyên Girkê Legê û Tebqayê agirê Newrozê vêxistin û li dora agir govend gerandin.

NEWROZA 2024'AN

Agirê Newroza 2024’an li Girkê Legê û Tebqayê hate vêxistin.

Li navçeya Girkê Legê Şaredariya Gel şahiyek li pêşiya avahiya şaredariyê li dar xist. Di şahiyê de bi dehan şêniyên navçeyê beşdar bûn. Di şahiyê de peyam hatin xwendin û şêniyan li derdora agir govend gerandin.

Li bajarê Tebqayê şahiyek li navenda Yekitiya Werzîşê ya Kantona Tebqayê hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan şêniyên kantonê, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, meclîsên leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê û tevgerên jinan û ciwanan beşdar bûn.

Dayikên şehîdan û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê vêxist.

Şahî bi gerandina govendan li dor agirê Newrozê bi dawî bû.