Li Girê Spî çeteyek hate kuştin û yek jî birîndar bû

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku hêzên dagirker xwestine têkevin gundekî Girê Spî lê ev hewldana dagirker û çeteyan hatiye pûçkirin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker xwestine têkevin gundê Kor Hesen ê li rojavayê Kantona Spî lê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî pêşiya vê hewldana çeteyan girtine.

QSD’ê diyar kir dewleta Tirk gelek top avêtine gund û pişte şer çêbûye. QSD’ê ragihand ku di şeran de çeteyek hatiye kuştin, yek birîndar bûye û yên din jî reviyaye.