Li Girê Spî çeteyek hate kuştin

Li Girê Spî ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de çeteyek ji aliyê komeke din a çete ve hate kuştin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hate girtin, çeteyê bi navê Ebû Zedce ku berê çeteyekî DAÎŞ’ê bû, li Girê Spî bûbû endamê koma çete ya bi navê Siqûr El Suna.

Li gorî agahiyên hatin girtin Ebû Xedîce ji aliyê koma Siqûre El Suna ve hate kuştin. Ebû Xedîce ku li pêşiya derê mala xwe hate kuştin, hevjîna wî jî birîndar bû.