Li Girê Spî 9 kes hatin revandin, fîdye ji malbatên wan hate xwestin
Komên çete yên dewleta Tirk li Girê Spî 9 kes revandin û di berdêla berdana wan de fîdye ji malbatên wan xwestin.
Komên çete yên dewleta Tirk li Girê Spî 9 kes revandin û di berdêla berdana wan de fîdye ji malbatên wan xwestin.
Li Girê Spî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, çeteyên dewleta Tirk ên ku xwe weke 'Têkoşîna li dijî Terorê' bi nav kirin, li taxa Til Ebyedê 9 kes revandin.
Li gorî agahiyan, çeteyan kesên ku revandin birin baregeha Kubwanê û ji bo berdana wan jî fîdye ji malbatên wan xwestin.