Li Ezazê teqînek: Bi kêmanî 2 kes mirin, 18 jî birîndar bûne

Li Ezaz a ku di bin dagirkeriya Tirk deye teqînek çebû.

Li gorî agahiyên bi dest ketine teqîn di seatên êvarî de, li nêzî navendek ya çeteyên girêdayî dewleta Tirk lê dimînin çêbû.

Di wêne û dîmenên ku gihiştîn ANF’ê de, diyar dibe ku avahiyek di nava agir de maye û çeperê pêş jî rûxiyaye. Ji bo cihê bûyerê ambûlans tê sewq kirin, agahiyên zêdetir bi dest ne ketine.

Çavkaniyên xwecihî ragihad ku di êrîşa bi wesayîteke bombekirî pêk hat, bi kêmanî 2 kes mirine, 18 kes jî birîndar bûne.