Li Ezazê teqîn: Herî kêm 7 kes mirin
Li Ezazê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker dey e bi şev teqînek bi hêz çêbû. Herî kêm di teqînê de 7 kes mirin.
Li Ezazê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker dey e bi şev teqînek bi hêz çêbû. Herî kêm di teqînê de 7 kes mirin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî li bajêr teqînek bi hêz çêbû û gelek dikan û wesayîtên li derdorê şewitîn.
Teqîn li nêzî avahiya ‘Edalet’ ya komên çeteyan çêbû û li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 7 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
Agahiyên berfirehtir nehate wergirtin. Sedemê teqînê jî nehate zanîn.
Roja 12’ê Mijdara 2019’an jî li bajêr teqînek mezin çêbûbû û gelek kes miribûn û birîndar bûbûn.