Li Ezazê teqîn: 2 kuştî û 8 birîndar
Di encama teqînê de ku îro di erebeyeke çeteyên artêşa Tirk de li bajarê Ezazê pêk hat, 2 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Di encama teqînê de ku îro di erebeyeke çeteyên artêşa Tirk de li bajarê Ezazê pêk hat, 2 çete hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Çavkaniyên herêmî diyar kiribû ku îro sibehê li bajarê Ezazê yê bakurê Helebê bombeyek bi erebeyeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker de teqiya. Di encama teqînê de 2 çete hatin kuştin, 8 çete jî birîndar bûn.
Navê çeteyên kuştin; Îbrahîm Mûsa (45) ji Kefer Kelbîn e û Diya Mustefa Îbrahîm (34) ji Marî ye.
Navên birîndaran jî wiha ne: Yehiya Qasim (35) ji bajarê Ezazê ye, Tariq Ehmed El-Ehedeb (31) ji Gulcibîrnê ye, Mustefa Abdullkerîm El-Elî (45), Xidir Ebdullhemîd El-Ehedeb (30), Ehmed Mihemed Hemdan (35) û Ebid El-Hemîd El-Cemal (50) ji Til Rifatê ye.
Heta van kêliyan tu aliyan ev teqîn negirtiye ser xwe.