Li Ezazê ji bo malbatên çeteyan malên nû tên avakirin
Komeleya Ewtad a girêdayî dewleta Tirk li Ezazê ji bo malbatên çeteyan malên nû ava dike.
Komeleya Ewtad a girêdayî dewleta Tirk li Ezazê ji bo malbatên çeteyan malên nû ava dike.
Dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya guhertina demografiya herêmên dagirkirî de malbatên çeteyan lê bi cih bike avahiyên mêtîngeriyê çêdike.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, Komeleya "Ewtad" ya girêdayî dewleta Tirk avahiyên nû yên mêtîngeriyê li bajarê Ezazê ava dike.
Hate ragihandin ku wê 320 mal werin avakirin. Her wiha wê dibistan, mizgeft, park, sûk û navendeke tenduristiyê ava dike.
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya rêxistinên ku navê xêrxwaziyê li xwe dikin ên girêdayî Qeter û Kuwêtê û bi desteka Heyva Sor a Tirk van avahiyan lê dikin.
Dewleta Tirk heya niha zêdetirî 30 komelgeyên niştecihbûnê li herêmên dagirkirî ji Cerablus heya Idlibê ava kirin. Ji nav wan bi qasî 20 heb li Kantona Efrînê ne. Ev yek ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tê birêvebirin.