Li Ezazê herî kêm 12 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan li herêma Ezazê li dijî du bendên kontrolê yên çeteyên Firqet El Mûstasimê çalakî pêk anîn, di çalakiyan de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên şervanên xwe daxuyaniyek da û çalakiyên wan ên dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên li Efrînê û derdora wê bicîh bûne bidomînin.

HRE’yê li ser çalakiyê ev agahî parve kir.

" 1’ê Adarê şervanên me li derdora gundê Kil Cibrînê ya herêma Ezazê 2 xalên leşkerî ya koma çete ya bi navê Firqet El Mutasim hedef girtin û çalakiya serdegirtinê lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de şer derket. Di encamê de 8 çete hatin kuştin û şervanên me dest danîn ser çekek RPK, 2 çekên kalaşnîkof (AK-47) û rextek.

Di heman demê de komek çeteyên ku xwestin xwe bigihînin cihê çalakiyê bi armanca kuştî û birîndarên xwe rakin, şervanên me seyareyeke vê komê kirin hedef û çalakiya sabotajê lidar xistin. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.

Di encama her du çalakiyan de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn."