Li Ezazê çete li hev didin, sivîl dimirin!
Li bajarê Ezaz ê Bakurê Sûriyeyê, duh bi şev du teqînan rû dan û di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Ezaz ê Bakurê Sûriyeyê, duh bi şev du teqînan rû dan û di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Her du teqîn li rojhilatê bajêr rû dan. Teqîna destpêkê, saet di 22:00 de ji ber êrîşa xwekujekî bombeyî pêk hat. Vê teqînê rê li ber xisara madî vekir, lê tiştek bi kesî nehat. Piştî nîv saetê, êrîşkarekî din ê xwekuj bombeyên li ser xwe teqand. Di vê teqînê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Ezazê hatine bidestxistin, nasnameya sivîlên jiyana xwe ji dest dane, wiha ye: Beşîr Necîb Ednan (22), Omer Fetah Ebdolî (37), Yasir Qetbûrî (35) û Hemze Kino (17).
Der barê teqînê de agahiyên ji hev cuda tên. Li gorî çavkaniyên herêmî, 3 ji çeteyên veşartî yên DAIŞ'ê ev êrî kirin. Li gorî hin çavkaniyan jî, êrîş jia liyê Cebhe El Şamiye ve hatiye kirin.
Piştî her du teqînan, danê vê sibehê saet di 06:00 de derketina derve hate qedexekirin.
Li Ezazê, ev demeke di navbera çeteyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên xwedîkirin ve şer diqewime.