Li Eyn Îsayê pêşî li hewldaneke dagirkeriyê hate girtin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku li gundekî li başûrê Eyn Îsayê pêşî li hewldaneke dewleta Tirk a dagirkeriyê hatiye girtin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker şeva 9'ê Kanûnê saet derdora 21:00 êriş bir ser gundê Sakîro yê li başûrê Eyn Îsayê.

QSD'ê ragihand ku wan ev hewldana dagirkeriyê asteng kirine û di encamê de gelek çete birîndar bûne û yên mayî jî neçar mane ku xwe vekişînin.

Li gorî daxuyaniyê, dagirker du rojên dawî cara duyemîn e ku hewl didin gundê Sakîro dagir bikin. Herdu êriş jî hatin têkbirin.