Li Eyn Îsa û Girê Spî 13 gund hatin bombekirin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li 13 gundên Eyn Îsa û Girê Spî barand.
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bombe li 13 gundên Eyn Îsa û Girê Spî barand.
Dewleta Tirk gundên Bîr Kino, Hurriye, Qizelî, Bîr Zinar, Sosan, Erîda, Zenûbya yên Girê Spî û gundên Ebû Sira, Dibis, Hoşan, Xaldiyê, Dewalib û Ilêmat ên Eyn Îsayê bombe kir.
Her wiha bombardûmaneke giran li ser derdora Rêya M4 û derdora rawestgeha Seqrê kir.
Têkildarî encamên bombardûmanê agahî bi dest neketin.