Li Eyn Îsa cenazeyê Ebû Ebûd hate veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundên derdora wê cenazeyê şervanê QSD’ê Ebû Ebûd ê ku di çalakiyên paqijkirina mayînana li bajarê Reqayê de şehîd bibû, li Goristana Şehîdên Reqayê veşartin.

Ji bo merasîma cenazeyê şervanê QSD’ê Xelîl Mihemed El Şerîf (Ebû Ebûd) bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê li Goristana Şehîdên Reqayê kom bûn.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de Endamê Komîteya Têkliyan a QSD’ê Mesûd El-Feysel axivî û wiha got: “Em weke QSD’ê ti carî li hemberî rizgarkirina welatiyên Sûriyeyê dudilî nabin û bi saya xwîna şehîdan me teror têkdibin û welatiyên xwe rizgar kirin.”

Di merasîmê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mehmûd El-Xelef axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin û got: “Bi saya şehîdan welatiyên Bakurê Sûriye azad dijîn. Soza şopandina rêya şehîdan didin.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin

Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.