Li El Babê di navbera polîsên dagirker de şer derket

Li bajarê El Babê ku ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve hatiye dagirkirin, di navbera leşker û polîsên dagirker de şer diqewime.

Li El Babê doh bi şev di navbera polîsê leşkerî (şirta leşkerî) û polîsên medenî (şirta medenî) yên dewleta Tirk de şer derket. Tê gotin, ji ber ku polîsên leşkerî 2 kes ji polîsen medenî girtin û polîsên medenê li dijî vê derket, şer qewimî. Çavkaniyên xwecihî dibêjin, di vî şerî de kuştî û birîndar hene.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku serçeteyekê "Polîsên Leşkerî" bi navê Ebû Îskender li gel dewriyekê çû Qereqola "Polîsên Babê" da ku bi tundiyê endamê xwe derxîne, lê "Polîsên Sivîl" ew dorpêç kirin û piştî çekên wan girtin ew xistin girtîgehê.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku bi navbeynkariya hin serçeteyên leşkerî,  Ebû Îskender û çeteyên wê hatin derxistin û li pey bûyerê rewşa awarte hate ragihandin. Her wiha hate gotin ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" êrîşî qereqola çeteyên "Polîsên Sivîl" kirin û şer di navbera herdu aliyan de didome.

Çavkaniyan diyar kirin ku herdu aliyê çekên navîn û giran dikin û dibe şer gûrtir bibe.