Li Efrînê teqîn

Li Efrînê ya ku di bin dagirkeriya rejîma Tirkiyeyê de ye, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di teqînê de gelek çete mirine û birîndar bûne.

Teqîn li navenda bajêr pêk hat. Di nava çeteyan de teqîn pêk hat û di teqînê de gelek çete mirine û birîndar bûne. Lê hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.

Derbarê awayê teqînê û kê ev teqîn kiriye, tu agahî nehatin stendin.

Efrîn di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyan de ye. Dewleta Tirk di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kiribû û di 18’ê Adarê de jî dagir kiribû. Ji roja êrîşan dest pê kiriye û heta niha gelek sûcên şer hatine kirin.

Çeteyên dewleta Tirk jî, li ser şêniyên herêmê terorê dikin. Malbatên çeteyan ên ku ji herêmên din anîne vê derê, demografiya herêmê diguherîne. Çeteyên dewleta Tirk bax û baxçeyên gel talan dikin, sivîlan direvîne û wan înfaz dike.