Li Efrînê talan û êşkence dewam dike
Hêzên Tirk ên dagirker avêtin ser mala welatiyekî Efrînê yê bi navê Mehmûd Osiko, ew birîndar kirin û dest danîn ser alavên wî.
Hêzên Tirk ên dagirker avêtin ser mala welatiyekî Efrînê yê bi navê Mehmûd Osiko, ew birîndar kirin û dest danîn ser alavên wî.
Êrîş şeva Sêşemê hate kirin. Li gorî çavkaniyên herêmî, komên çete yên li navenda bajêr avêtin ser mala kesê bi navê Mehmûd Osiko. Dagierkan êşkence li xwediyê malê kirin û dest danîn ser eşyayên wî.
Dema ku Osiko li ber dagirkeran rabû, çeteyên Tirk ên dagirker kêr li wî dan û ew birîndar kirin.