Li Efrînê sûcên şer ên dewleta Tirk dewam dikin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin 2 sivîlên din hatin revandin. Her wiha gelek darên zeytûnê hatin birîn.

Çeteyên dewleta Tirk ji bo fîdyeyê careke din sivîl revandin. Li gundê Şitka yê navçeya Mabatayê roja 26'ê Îlonê sivîlên bi navê Kemal Mûhammad Hamîd Zeno (40) û Walîd Mûhammed Zeno (35) hatin revandin.

Li gorî agahiyan, ji bo berdana sivîlan ji malbatên wan 150 hezar lîreyê Sûriyeyê fîdye hate xwestin.

Dewleta Tirk piştî rojekê di 27'ê Îlonê de li gundê Hêkêçe yê navçeya Şiyê nêzî sed darên zeytûnê yên sivîlê bi navê Mihemed Silêman Îbrahîm birî. Tê gotin ku dagirkerên dewleta Tirk darên zeytûnê yên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî dibirin û difiroşin bazirganên li Tirkiyeyê.

Li Efrînê sûcên şer û talan bi rêk û pêk rojane tê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker roja 23'ê Îlonê li taxa Eşrefiye ya Efrînê jina bi navê Zeynep revandibû û 2 hezar û 500 dolarên li mala wê jinê jî dizîbûn.

Roja 18'ê Îlonê li gundê Qasim ê navçeya Racoyê, jin a ciwan a bi navê Meryem Evdik Şêxo û 16'ê Îlonê jî li navçeya Cindirêsê sivîlê bi navê Mûrad Abdûrrahman Reşîd (25) hatibûn revandin.

Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê dike. Sivîl bi giranî ji bo fîdyeyê tên revandin. Salên dawî bi hezaran kes bi vî rengî hatin revandin, êşkence li wan hate kirin, hin ji wan bi rengekî hovane hatin kuştin û aqûbeta hinek ji wan jî nayê zanîn.