Li Efrînê Stêrka Xwedawendiyê hilhatibû

"Efrîn, di hilhatina şoreşa hemdem ya Kurdistanê de, bû yek ji bajarê yekem lê stêrka xwedawendiyê ji nû ve ronak bibe. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li Efrînê êdî stêrka xwedawendiyê hilhatibû."

Li Kurdistanê, her gund, navçe û bajarek xwedî rabirdû û dîrokekî kevnare. Em dema dibêjin Kurdistan, dergûşa mirovahiyê ye, çavkaniya xwe ji vê heqîqetê digire. Bajarê Efrînê bi navçe û gundên xwe warekî bi cihên dîrokî ve tijeye û tê de cewherê Kurdistanîbûnê hatiye parastin. Dayîkên Efrînê, bi taybetmendiyên xwe yên dilsoziya bi xweristê re, bi ax û kedê re pergala xwe ya jiyanê hunandibûn. Şopên dîrok û çanda kevnar, li ser erdnigariya Efrînê ku hîna jî xwe diparastin, bi her awayî di jiyana Efrîniyan de diteyîsê. Li ser erdnigariya Efrîna rengîn mirov û xak weke goşt û neynûkê bi hev re girêdayî bûn. Efrîn, bi kevneşopiya xwe ya civakî, hem Kurderwarî bû, hem jî warekî hemû reng, çand, ol, ziman û komcivakên cihreng tê de nefesa jiyana azad lê standibûn. Efrîn cih û warekî daristanî a darên Zeytûna ye. Efrîniyan, her dareke zeytûnê, weke zarokekî ku dayîk xwedî bike mezin kirin û ked dan. Ev bajarê dewlemend û bi bereket, bi navê xwe yê din weke bajarê Zeytûnî di hiş û bîra gelê Kurd de hêlîna xwe çêkiriye.  

Efrîn, bajarekî bi xemla keskahiyê pêçayî ye. Efrîn, bajarekî biharî ye. Werza biharê, werza ji nû ve zayîna xweristê ye. Werza afirandin, xûliqkarî, xweşbînî, aramî û gihêştina miradê di dilan de ye. Werza biharê, li Kurdistanê û ji bo tevahî mirovan xwedî cihekî ev çend dewlemend e. Ev taybetiya werza biharê, bi rastî û çanda dayîk re yek beden e. Lewma em dikarin bêjin; Efrîn, bajarê ku çanda dayîk hîna lê bi dawî nebûyî ye. Efrîn, di hilhatina şoreşa hemdem ya Kurdistanê de, bû yek ji bajarê yekem lê stêrka xwedawendiyê ji nû ve ronak bibe. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re li Efrînê êdî stêrka xwedawendiyê hilhatibû. Felsefe û ramanên Rêber Apo, weke xwîna ku her kêliyê li bendena mirov bigere, xwe berdabû nav rihê her ferd û civaka Efrîna biharî. Efrîn, êdî bi felsefeya Apogeriyê hinaseya jiyana nû tehmijandibû. 

Em bi rojan, bi salan behsa bedewiya bajarê biharî Efrînê bikin, wê pênaseyên me dîsa serî çemandî bimînin. Ji ber ku weke Efrîniyan gotiye; ‘Efrîn, nayê vegotin tê jiyîn.’ Bi rastî jî Efrîn, bi hemû xweşikahiyên xwe hêjayî vê pênaseyê ye. Bajarekî ku ewqas taybetmendiyên xweşik di hundirê xwe de xwedî bike, di serî de ji bo dewletekî weke dewleta Tirk, ya faşîst, talanker, xwînmij, qirker û hêzên sermayedar û kapîtalîst xof û metirsiyekî bi qasî bandora atomê ye. Civaka ku bighîje zanebûna hêza xwe, ew civaka herî xeternake ji bo hêzên desthilatdar. Civaka ku feqîriya çand, zanebûn, heskirin, hêvî û tekoşînê bijî ew civaka herî başe ji bo serdestan. Lê gelê me yê Efrînê, rêya xwe zanekirin û bi hêza xwe, xwe rêvebirinê hilbijart. Ev bijarteya herî bi nirx û hêja li her çar parçê Kurdistanê û civakên di lêgerîna heyîn û xwebûna xwe da ne bi jiyanî bûye. Ji ber ev bijarte, bijarteya parastina hilhatina stêrka xwedawendiyê ye. Dewleta Tirk, xwe li vê heqîqetê ranagire. Lewma bûye dewleta kuştin û talanê.      

Dewleta Tirk, her çiqas bi rûyê ku dide derve û dagirkeriya pêş dixîne weke dagirkirineke leşkerî binixûmînê jî, lê di rastiyê de ev ne plangeriyekî leşkerî ye. Ev êrîş di esasê xwe de, bi hişmendiya ji holê rakirina hilhatina stêrka xwedawendiyê ye. Rêber Apo, hemû êrîşên ku li ser Kurdistan û jinê tên plankirin û dikevin meriyetê weke qirkirina çandî bi nav kir. Rastiya tirsnak û hovane a li ser Efrînê, jinan û cihên din yê Kurdistanê tê jiyan kirin, bi yek gotinê qirkirina çandiye. Rêber Apor dibêje; ji holê rakirina çandekê, di heman demê de tê wateya tinekirina wê civakê. Dewleta Tirk a faşîst û mêtînger, ev bû sedsale ji bo vê plangeriya xwe bibe serî di sond û tinekirina gelê Kurd de, li ber xwe dide. Ji bo ku nekarî vê bike û bi ser bixîne, nefret, hêrs û derdekî mezin dijî. Dewleta Tirk, bi tovên nijedperestî, bi hişmendiya ku bawer dike, wê hebûna xwe di tinebûna gelê Kurd de, bide domandin dijî. Li hemberî vê feraseta qirker, gotina yek ji rêber û pêşengê raperîna Dêrsimê Seyîd Riza, weke derman dibe bersiv. Seyîd Riza, wiha dibêje; “Ji ber min bi hîlebazî û derewên we nekarî, ev ji bo min bû derd rast e, lê min jî, ji ber li pêş we çong danenî, bila ev jî ji were bibe derd.” Rastiya Kurdayetiya hemdem, îro li ser dilê Erdogan, Bahçelî û kesên bi hişmendiya nijedperest û qirker mirina Kurdan rewa û helal dibînin bûye derdekî giran. Efrîniyên berxwedêr, bi sekna vîna azad ev gotina mirovê navdar, bi felsefeya Apoyî strandine û di ruh û mêjiyê xwe de didin jiyîn. Gelê Efrînê, bersiva herî mezin bi sekna rûmetdarî, bi tekoşîna xwe, bi rêxistinkirina xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi hêviya vegera Efrînê, ji her demê zêdetir li ser piyan e. Daneheva çandî a ku di binhişa xwe de berhev kirine, tu hêz nikare wê ji holê rabike. Ji ber ew daneheva binhişî a civaka exlaqî, polîtîk û demokratîke. 

Belê, ev sê sal in gelê Efrînê, di bin şert û mercên gelek zehmet de dijî. Lê di sekin û biryardariya berxwedanê de tu gav paş de neavêtin, navêjin û wê heta bi heta nevêjin. Ji ber ew gel ji roja pêşîn ve bi Fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo bawer kir. Bersiva Efrîniyan, vaye di salvegera sêyemîna a dagirkirina Efrînê de bi yek dengî diqêrin û dibêjin; ‘’Azadiya Kurdistanê, bi azadiya Rêber APO pêkan e.’’ Ev peyama tekoşîna sala nû ye, ji bo wê bi şev û roj tekoşîna şoreşgerî encax bi yek ruh dikare pêşde biçe û mayînde bibe.