Li Efrînê sîxûrekî MÎT’ê hate girtin

Rêveberên Hêzên Ewlekariya Kantona Efrînê, kesekî bi navê A.E yê ku girêdayî MÎT’ê bû, dema amadekariyê êrîşekî bombeyî dikir girtine.

Piştî KCK’ê agahiyên li ser 2 endamên asta jor a MÎT’ê yên berî 5 mehan hatibûn girtin parvekirin û şûnde agahiya ku bûyerek dişibe wê li Kantona Efrîn a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye hate parvekirin. Hat ragihandin ku endamekî MÎT’ê yê ku amadekariya êrîşekî bombeyî dikir hate girtin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di encama şopandinekî berfireh a ji aliyê hêzên ewlekariyê ya girêdayî Kantona Efrînê ve hate kirin, kesekî ku amadekariyê li gelek deveran teqîna pêk bîne girtine. Di encama hêzên ewlekariyê ya li ser maleke li bajarê Efîrên de kesê bi navê A.E yê ji bajarê Reyhanlî yê Hatayê derbas bûye bi madeyên teqemenî û bombeya antî tank a ‘Sîfor’ ve hate girtin.

WÊ RÊVEBER BIHATA HEDEFKIRIN

Li gorî agahiyên ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Efrînê hate girtin, A.E yê hate girtin ev tişt gotine: “Beriya ez bê girtim bi kesên bi navê Ebû Qasim û Serdar, yên ji îstixbarata dewleta Tirk in re hevdîtin pêk anî û min ev bombe ji wan girt. Aramanca wan ya van teqemeniyan li navendên mîna asayîş, leşker û hêzên ewlekariyê de biteqînin bû. Eger ev çalakî bi serketî bibûya, wê rêveberên Kantona Efrînê jî bibûna hedef.”

 ‘JI BO HER TEQÎNÊ WÊ 150 HEZAR DOLAR BIGIRTA’

Berpirsiyarekî Hêzên Ewlekariyê, di derbarê tîpa bombeyê û îtîrafên A.E de ev agahî parve kir: “Ev bombe ji tîpa Sîfor ya Antî-tank pêk tê. Ev bombe pir li ser hatiye leyistin, hatiye guherandin heta ku anîne astekî pir bi bandor. A.E ji bo her teqînekê wê 150 hezar dolar bigirta.

 Ev demeke dewleta Tirkiye dixwaze sîxûrên xwe di Kantona Efrînê de bi cih bike û bi çalakiyên cûr bi cûr tevlîheviyan derbixin. Lê hemû hewildanên wan têk çûn. Dewleta Tirk a dagirker, ji ber têkçûna komên çekdar ên girêdayên wî, niha jî bi rêbazên ajankirina kesan bi pereyên bilind dixwaze çalakiyan pêk bîne û aramî û ewlehiya Herêma Efrînê têk bibe.”