Li Efrînê revandin, dizî û talankirin

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna ku dagir kiribû, ciwanek revand, zeytûn talan kir û ji welatiyan xeracê distîne.

Dewleta Tirk bi rejîma terorê ya ku piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018’an de ava kir, sûcên xwe didomîne. Çeteyên "Polîsên sivîl" yên girêdayî dewleta Tirk  a dagirker, ciwanê bi navê Xelîl Omer Xelîl (32) yê ji gundê Qeregulê yê navçeya Bibilê revand.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan Xelîl li benda Qews a li deriyê rojhilat ê ketina bajarê Efrînê revand û birin cihekî ne diyar.

Li navçeya Mabatayê jî çeteyên El Emşat ji bo darên zeytûnan ên koçberên Efrînê xerace standin. Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan ji bo her dareke zeytûnan 3 dolar û nîv xerace distînin û heta xerece neyên standin nahêlin zeytûn werin berhevkirin. Her wiha ji bo kargehên gihvaştinê jî xeraceyan ji 10 hezar dolarî û jêr ve distînin.

Çeteyên Ehrar El Şerqiye jî li gundê Meska Jêrîn ê Cindirêsê behermên 60 darên zeytûnan ê welatiyê bi navê Mihemed Ebdullah talan kirin û bi hinceta parastina zeviyên çandiniyê jî xeraceyan dîstînin.

Li gundê Meska Jorîn jî çeteyên koma navborî û malbatên wan navendeke firotina êzingan vekirin û êzingên ku talankirin bi zêdetirî 100 dolarî ji bo her tonekî difroşin.