Li Efrînê meşa dîrokî sibe ye
Gelê Efrînê ku li dijî dagirkerî û planên komkujiyê yên dewleta Tirk bêdeng namîne û di pêvajoya seferberiyê de ye, wê dîrokê binivîsîne.
Gelê Efrînê ku li dijî dagirkerî û planên komkujiyê yên dewleta Tirk bêdeng namîne û di pêvajoya seferberiyê de ye, wê dîrokê binivîsîne.
Meşa dîrokî ku wê bi tevlêbûna bi 100 hezaran mirovî pêk were, wê ji gefên dagirkeran re bibe bersiv. Li dijî hikûmeta AKP’ê ku dixwaze Efrînê dorpêç bike û li gor xwe herêmê dîzayn bike, dirûşmên berxwedanê û amadekariyên meşa bêhempa qediyan.
Tê payin ku bi bi tevlêbûna Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Hêzên Xweparastinê, Kongra Star, Êzîdî, Elewiyan û ji heft salî ta bi heftê salî wê sed hezar kes tevlî meşê bibin.
Girîngiya herêma Efrînê û Şehbayê ku dewleta Tirk bi komên xwe yên çete êrîş dibe ser, tê zanîn. Hesab û planên dewleta Tirk a dagirker ku dixwazin Efrînê dorpêç bikin û herêma Şehba bixin jêr kontrola xwe her roj diyar dibin. Bi plana dagirkeriyê ya ku bi komên ‘OSO’ tê amadekirin, tê xwestin ku berxwedana gel were şikandin û navê hêzên YPG’ê û prestîja wê bişikînin. Gelê Efrînê ku ji xeta xwe ya berxwedanê nehatiye xwarê û bi salan e ku li dijî dagirkeran li ber xwe dide, li dijî her cure dagirkeriyê zîrektiya xwe ya berxwedanê qeyîm kir.
DEWLETA TIRK SIVÎLAN DIKUJE
Ev bi rojan e ku behsa plana dagirkirina Efrînê û xetên ser sînor tê kirin. Planên hilweşandina malan, bi kotekî koçberkirina gelê herêmê û valakirina herêmê didomin.
Di êrîşên şevê din ên bi ser Şehba û Efrînê de sivîlên bi navê Meawî Hîkmet Yûsiv, Teberek Hîket Yûsiv, Xezalê El Ehmed Yûsiv hatin kuştin. Gelek sivîl jî di encama êrîşan de birîndar bûn. Çeteyên ku êrîşeke giran bi ser gundên Şerawa, Til Rifat û Merenazê de anîn dixwazin vînga gel bişkînin û li herêmê qadeke leşkerî ava bikin.
'RÛSYA ME TÊKILDAR NAKE'
Gelê Kurd ku bi Şoreşa Roajva bi hêza xwe û gelê Sûriyê re li her deverê li dijî DAIŞ’ê û paşmêrên wê têkoşîneke bêhempa dide, her wiha gelê Efrînê jî bi pergala xweparastinê û vîna xwe pêşengiya sîstema xwe dikin. Li Bakurê Sûriyê û Efrînê xebatên avakirina sîstemê bi hevkariyan gelan didome. Efrîn û herêma Şehbatê cografyayeke zengîn e ku gel, çand û bawerî lê hêwirîne. Gelê Efrînê ku bi hêza xwe xebatên avakirina sîstema federasyona demokratîk didomîne diyar kir Rûsya dagikirinê bipejirîne jî ev ê tiştekî neguherîne, ew ê li ber xwe bidin, berxwedanê geş bikin, dagirkirinê qebûl nekin. Gelê Efrînê dibêje ew ê heta dawiyê li pişt hêzên YPG’ê bin û hemû lîstikên ku li ser herêma wan, ji bo berjewendiyên siyasî têne kirin pûç û vala bikin.
Divê dîsa were gotin ku helwesta dewletên navneteweyî û Rûsyayê gelê Efrînê têkildar nake.