Li Efrînê MÎT’a Tirk malbateke Êzidî revand
Li taxa Eşrefiyê MÎT’a Tirk malbateke Êzidî revand û bir Tirkiyeyê.
Li taxa Eşrefiyê MÎT’a Tirk malbateke Êzidî revand û bir Tirkiyeyê.
Li gorî nûçeya ANHA’yê MÎT`a Tirk li Efrînê malbata Ednan Hecîko (Ku di nava civaka Efrînê de bi malbata Mendo tê naskirin) ya Êzidî ku bi eslê xwe ji gundê Qîbarê ne, revandin û ew birin girtîgehên Tirkiyê.
Li gorî heman çavkaniyan navên kesên ku MÎT`ê revandin wiha ne: Zekiye Hecîko, Rizgan Hecîko, Alan Hecîko.
Heman çavkaniyan gotin ku MÎT`ê piştî êşkenceyê Ednan Hecîko berda, lê ji ber êşkenceya zêde dîn bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 6 ciwanên Êzidî ji gundê Qîbarê revandin.