Li Efrînê li dijî nuqteya ‘leşker-polîs’an êrîş: çeteyek mir

Li Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin li dijî nuqteya polîs-leşkeran êrîşek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê çeteyek mir yek jî birîndar bû.

Li Taxa Mahmûdiye ya Efrînê li dijî nuqteya ‘leşker-polîs’an a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşek pêk hat.

Li gorî çavkaniyên xwecihî êrîş îro piştî nîvro pêk hatiye. Di çalakiyê de çeteyek hate kuştin û çeteyek jî birîndar bû. Diyar nebû bê ka êrîş ji aliyê kê ve pêk hatiye.

Wêneyên çeteyê ku di êrîşê de hatiye kuştin jî gihişt ANF’ê, lê ji ber hesasiyeta ku wêne wê ziyanê bide hesasiyetê mirovahiyê nehatiye weşandin. Di wêneyê de xuya dike ku çete ji serê xwe gule xwariye û di nava xwînê de maye.