Li Efrînê kesek din jî hate revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Şera ya Efrînê kesê bi navê Seydo Omer (42) revand.

Çeteyên "polîsa leşkerî" yên dewleta Tirk a dagirker 28’ê Sibatê şêniyê bi navê Seydo Omer (42) li taxa Mehmûdiye ya bajarê Efrînê revand. Omer ji gundê Meydankî yê navçeya Şera ye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve ji destpêka salê ve 4 şênî kuştin û bi vê bûyerê re heta niha 99 şênî revandine, di nav de zarok û jin jî hene.