Li Efrînê jinek û sê kes hatin revandin

Li Efrînê MÎT’a dewleta dagirker ya Tirk, jinek û sê kes revandin.

Dewleta dagirker ya Tirk li cihên ku dagirkeriye jinên ducanî û mirovên sivîl direvîne. Li van cihan her roj sivîl têne revandin û yek din jî li ser zêde dibe. Li gorî çavkaniyên ji herêmê MÎT’a Tirk li gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa ciwanê bi navê Rohat Nûrî Îbo (22) û li gundê Zerê yê navçeya Bilbilê jî Mihemed Nûrî Qedemo (35) revandine.

Dîsan li gundê Bedîna yê navçeya Raco kesê bi navê Hecar Mihemed Gulîn ji hatiye revandin.

Eqûbata kesên hatine revandin nayê zanin.

Di nava heman rojê de jî li Kantona Efrînê li gundê Hemam yê Cindirêsê kesê bi navê Esed Mihemed Elî Heyder hatiye revandin.

Dewleta dagirker ya Tirk di sala 2018’an û vir de li cihê ku dagirkirine rejîma çete û terorê ava kiriye.