Li Efrînê gel bi dehan civînan hatin ba hev
Saziyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya li ser Efrînê pêngava rêxistinkirinê dan destpêkirin û bi dehan civînên komunan bi gel re civiyan.
Saziyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya li ser Efrînê pêngava rêxistinkirinê dan destpêkirin û bi dehan civînên komunan bi gel re civiyan.
Li Efrînê li eniyên şer berxwedana li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê didome. TEV-DEM, Kongreya Star û Rêveberiya Xweser a Demokratîk li bajar, navçe û gundan civînên gel li dar dixin. Gelê Efrînê yên ku li hemberî êrîşan axa xwe naterikînin, bi civînan re têkildarî berxwedanê hatin agahdarkirin. Gelê Efrînê eleqeyeke zêde nîşanî civînan dide.
Saziyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pêngava rêxistinkirinê dan destpêkirin û duh bi 101 komunan re civiyan. Îro jî bi di 14 komunan da bi gel re civiyan.
Endama Kongreya Star Esmîhan Hesen Mihemed di civîna taxa Mehmûdiyeyê ya Efrînê axivî. Hesen Mihemed diyar kir ku ew ê axa xwe biparêzin û got, “Çawa ku me Kobanê parast, em ê Efrînê jî biparêzin. Bila tu kes nebêje ku qey em qels in û ji ber vê êrîşî me dikin. Ji ber ku em xurt in, êrîşî me dikin. Ew ê nikaribin îradeya gel bişkînin.”