Li Efrînê Elewî li ber qirkirineke nû ne

Piştî ku Heyet Tehrîr El Şamê Efrîn dagir kir, metirsiya li ser Elewiyên li herêmê girantir bû. Elewî li ber qirkirinê ne.

Piştî ku Osmaniyan dest bi qirkirin û komkujiyên li ser pêkhateyên herêmê kirin, yek ji van pêkhateyan jî Elewî bûn. Yek ji navenda qirkirinê ya li ser Elewiyan Dersim û weke Komkujiya Dersimê jî tê zanîn. Piştî qetilkirina bi sed hezaran kesan, di serî de Elewî û gelek pêkhateyan berê xwe dan herêmên din û hatine sirgûnkirin. Gelek Elewiyan jî berê xwe dan Efrînê.

Elewî, bi piranî li navçeya Mabata ya Efrînê dijîn û nifûsa wan nêzê 15 hezarî ye û bi piranî ji Bakurê Kurdistanê sirgûnî wir bûne. Heta astekê têkiliyên Elewiyên Efrînê li gel ên Bakurê Kurdistanê xurt bû, ji ber şer û krîzên siyasî, her kû çû kêm bû. 

Li gorî xelkê herêmê Mabata ango ji ‘Malbat’ê tê, ev yek jî ji hebûna malbatên Elewî ya li Mabatayê û hezkirina wan malbatan a ji hev tê. 

Di nava Elewiyan de ferq û cudahî di navbera jin û mêran de nîn e, her yek para xwe digire. Ruhê civaka neolîtîk di nava xwe de didin jiyîn. Hemû ji bo hev kar dikin û ezezîtî nîn e. Xwe bi xwe pirsgirêkên xwe çareser dikin û xwedî berpirsyarî ne li ber hev. 

Li ser rewşa xwe mehane dicivin. Piştre li gorî lîteratura ayînî, govenda bi navê ‘Sema’ digerînin ku weke îbadetekê ye. Pîr, kar li civakê dabeş dike. Di nava civaka Elewiyan de jin xwedî rolekê mezin ê rêvebirina civakê ne. Bi piranî malbatên navçeya Mabata bi navê jinan tên naskirin. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re di avabûna komun, meclîs, deste û rêveberiya xweser de jinên Elewî di gelek saziyan de cihê xwe girt.

Bi sedan mezargehên pîroz ên Elewiyan li Efrînê hene. A herî navdar yek ji van ‘Yagmûr Dada’ ye ku dikeve başûrê Mabata. ‘Mezargeha Siltan Berbaûş’ jî li rojavayê Mabatayê dikeve. 

Kurdên Elewî yên li Efrînê, ji aliyê hêzên Kurd YPG/YPJ’ê ve ji destê çeteyan hatin rizgarkirin. Piştî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a 20’ê Çileya 2018’an, dewleta Tirk û çeteyên girêdayê wê ketin Mabatayê. Bi van êrîşan re hemû pîrozî û bax û baxçeyên xelkê herêmê hatin dagirkirin û talankirin. Perestgeha Siltan Berbûaş û Yagmûr Dada hatin hilweşandin û çete ketin diziya wan herêman. 

Her wiha çeteyan bi navê Koma Şamiyê ser bi Tirkiyeyê ve, dest bi talan, revandin, kuştin û dest danîna ser mal û milkên xelkê Mabata kir. Roj nîn e ku kes neyên revandin û mal û milkên wan neyên dizîn û talankirin. Çarenûsa gelek kesan hêj ne diyar e. Çeteyan, Navenda Meclîsa Elewiyan kiriye navenda leşkerî. 

11’ê Cotmeha 2022’yan Heyet Tehrîr El Şam ku di ‘lîsteya terorê’ ya DYE’yê de ye ji aliyekê, Feyleqa sêyem û Koma Cebhet Şamiyê yên di bin sêwana Artêşa Niştimanî (Ceyş El Wetanî) ji aliyekê ve şerekê giran li ser Efrînê kirin. Di encama şerê 9 rojan de Heyet Tehrîr El Şam Efrîn kontrol kir. Bi vê dagirkirina nû re rewşa Elewiyên li Mabatayê kete xeteriyeke mezintir. Elewiyên li Mabatayê, diyar dikin ku tu ferq di navbera komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û Heyat Tehrîr El Şamê de nîn e. Niha Elewiyên herêmê li ber qirkirineke nû ya vê koma çete ne.

Berî êrîşa dagirkeriyê ya 2018’an a dewleta Tirk a dagirker li Mabatayê 1. 200 malbat hebûn. Piştî wê êrîşê bi piranî koçber bûn, lê ji ber dizî û talana bax û baxçeyên xwe jî nîvê zêdetir vegeriyabûn. Niha nêzî 600 malbat li herêmê hene. Li nêzê wan kampa Beydar hatiye avakirin û baregeheke leşkerî ya Tirkiye jî li nêzê navçeyê hatiye avakirin.

Li ser kûrbûna krîzên li Sûriye Cebhet El Nûsra ku serkêşiya wê Ebo Mihemed El Colanî ku beşek ji El Qaîde bûye, dawiya sala 2011’an hate avakirin, gelek komkujî kirin. Ji ber vê yekê sala 2013’an kete ‘lîsteya terorê’ ya DYE’yê. DYE’yê ji bo Colanî biryara lêgerînê da û wek kesekê terorîst bi nav kir, ragihand her kesê agahiya li ser bide û cihê wî nîşan bide wê xelat bikin.

Hin ji qetlîam û komkujiyên El Nûsrayê li ser Elewiyan kirine ev in: 

29’ê Gulana 2012’an goreke komî li Dêra Zorê hate dîtin. Piştî 6 rojan Cebhet El Nûsra berpirsyariya xwe ya ji vê ragihand. 

Sala 2013’an di encama êrîşên komên Îslamî yên cîhadîst ku Cebhet El Nûsra jî di nav wan de bû, komkujî hate kirin. Rêxistina Çavdêriyê ya Mafên Mirovan, ragihand ku El Nûsrayê 190 sivîl ji gundên Elewiyan bi dar ve kirine. 

10’ê Îlona 2013’an El Nûsrayê êrîşê gundê Maksar El Hîssan a bajarê Hûmsê yê Elewiyan kir. Cebhet El Nûsrayê, li vir li xwe mikur hat ku 30 sivîl li sê gundên Elewî ku Makser El Hîsan jî di nav wan gundan de heye kiriye. 

Ev komkujî tenê çend komkujî û êrîşên Cebhet El Nûsrayê ne ku niha bi navê Heyat Tehrîr El Şam hatine diyarkirin.

Lewma niha Elewiyên li herêmê li ber metirsiyeke nû ya qirkirinê ne. 

Yek ji qetlîama herî xedar a li ser Elewiyan li bajarê Helebê bi navê ‘Komkujiya El Tilel’ ku tê wateya girên bi kom an jî pir gir piştî şerê Merc Dabiq, sala 1516’an ji aliyê Siltan Selîmê Yekem ve hatiye kirin. Hingê, li Helebê Osmaniyan li nava kuçe û kolanan ji cenazeyên jin, zarok û mêran gir çêkirine, ji bo wê navê vê qetlîamê weke ‘El Tilel’ ketiye dîrokê û bûye yek ji komkujiyên herî mezin. Cihê ku ev qetlîam lê hatiye kirin li Taxa Tilel ya 2 kîlometre dikeve rojavayê kelha bajarê Helebê. Navê taxê ji ber qetlîamê hatiye kirin û koka xwe ji Erebiyê girtiye.

Endama Meclîsa Elewiyan a Herêma Efrînê Hêvî Silêman diyar kir ku rejîm dixwaze Elewiyan nêzê xwe bike û ji çand û Kurdbûna wan dûr bixe. Silêman, anî ziman ku nêzîkatiya rejîmê ya ji bo wan qebûl nekiriye.

Silêman bi lêv kir ku piştî Rêveberiya Xweser hatiye avakirin wan zêdetir pêwîst dîtiye ku Elewiyên Efrînê xwe bi rêxistin bikin û bi pêş bixin. Li ser wê bingehê Meclisa Elewiyan a Efrînê 2017’an hatiye avakirin û got: “Jinan, cihê xwe di vê meclisê de girt. Ev meclîsa xweser, girêdayê Rêveberiya Xweser a Efrînê bû. Gelek leheng ji nava Elewiyan derketin û pêşengtî ji civakê re kirin.”

Endama Meclîsa Elewiyan a Herêma Efrînê Hêvî Silêman derbirî ku niha bi metirsîdarî li rewşê dinêrin û li ber metirsiyeke qirkirinê ya Osmaniya nû ne. Silêman got: “Vê dema dawî Heyet Tehrîr El Şam bi navê berê Cebhet El Nûsra herêmên me dagir kirine. Van koman, berê xelkê me qetil kiriye. Ji wê boneyê em bang li hemû sazî û dezgehên mirovî dikin ku berê xwe bidin Efrînê, li rewşa xelkê herêmê binêrin. Bang li hemû Kurdan dikin ku rabin ser pêyan, xwedî li xwe derkevin.”