Li Efrînê di nava hefteyekê de herî kêm 16 kes hatin revandin

Navenda Belgekirina Sûcan raporek amade kir û diyar kir ku li bajarê Kurdan Efrînê ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye di hefteay destpêkê ya Adarê de herî kêm 16 kes hatine revandin.

Navenda Belgekirina Sûcan duh raporeke berfireh têkildarî sûcên li Efrînê yên di meha Adarê de hatine kirin, parve kir. Di raporê de hate diyarkirin ku di hefteya yekemîn a Adarê de 16 kes li Efrînê hatine revandin.

Di raporê de ev agahî hatine parvekirin:

1`ê Adarê: Çeteyên El Ceyş El Watanî (Polîsên Sivîl) bi ser gundê Bîbaka yê navçeya Bilbilê de girt û şêniyên bi navên Ziyad Şeref (49), Ebdurehman Şeref (62) û Salan Dilo (58) revandin.

Her wiha çeteyên heman komê welatiyê bi navê Kamîran Dîbo Seydo (44) li gundê Hec Hesna yê navçeya Cindirêsê revand.

2`yê Adarê: Çeteyên El Ceyş El Watanî (Polîsên Leşkerî) bi ser gundê Emara yê navçeya Mabetayê de girt û 3 kes ji heman malbatê revandin. Navên kesên hatine revandin ev in: Rozalîn Kemal Murad û hevjînê wê Ebduhenan Mihemed (70) û kurê wan Şêrzad Fethî Mihemed revandin.

Her wiha çeteyên heman komê bi ser malên li navçeya Cindirêsê de girt û şêniyê bi navê Omer Reşo (43), Nîhad Hesen (37) û Ziyad Reşîd Mihemed (48) revandin.

3`yê Adarê: Çeteyên Ceyş El Watanî bi ser malên navçeya Mabetayê de girt û şêniyên bi navên Ferhand Henîf Mihemed ê ji gundê Qenterê, Gîvara Îbrahîm Mihemed, Mihemed Elî Hemkê Hisên û Mihemed Ridwan Mistefa yê ji gundê Ereba ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

7`ê Adarê: Çeteyên Ceyş El Watanî (Polîsên Leşkerî) şêniyê bi navê Ehmed Îbrahîm Henan (48) ê ji gundê Badîna yê navçeya Recoyê, şêniyê bi navê Rêzan Şêx Mihemed (36) ê ji gundê Yelanqûzê yê navçeya Cindirêsê ber bi cihekî ne diyar ve revandin.