Îro 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye, lê belê Efrîn a ku bi bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û dewletên cîhanê di 18'ê Adara 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk hate dagirkirin, veguheriye navendeke ji sûcên li dijî mirovahiyê û şikandina rûmeta mirovahiyê.
Li Efrînê, bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê yên DAÎŞ û El Nûsrayê rojek nîne ku rûmeta mirovahiyê nayê binpêkirin.
Li vî bajarê ku beriya dagirkeriyê ji sedî 96 ê şêniyên wê Kurd bûn, li gorî hin çavkaniyan rêjeya Kurdan tenê maye ji sedî 23, li gorî hin çavkaniyan jî kêmî ji sedî 15 ye. Li bajêr ji 15 hezar Elewiyan tenê 200 kes, ji 25 hezar Êzidiyan jî tenê 2 hezar kes û nêzî hezar Xiristiyan mane.
Efrîniyên ku li gel qedexeya Kurdî, talankirina berhemên dîrokî, zeytûn û malên xwe bi israr xwestin li xaka xwe bimînin, ji ber êşkence, komkujî, gefxwarin, destdirêjî, destavêtin, revandin û fîdyeyê neçar man ji bajêr birevin.
Dewleta Tirk ne tenê êşkenceyê li Kurdên mane dike, her wiha her roj bombeyan li Şehbayê dibarîne ku zêdeyî 100 hezar Efrîniyên ji neçarî koç kirine xwe li vê herêmê girtine.
HERÎ KÊM 686 EFRÎNÎ HATIN QETILKIRIN
Ji 20'ê Çileya 2018'an dema destpêkirina êrişa dagirkeriyê û vir ve bi bombardûman û êşkenceyê herî kêm 686 sîvîlên Efrînî hatin qetilkirin.
Herî kêm 96 jin ji aliyê dagirkeran ve hatin qetilkirin. 7 ji wan ji ber êşkence û êrişa zayendî dawî li jiyana xwe anîn.
Dagirkeran dest avêtin 71 jinan. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, herî kêm 88 sivîl ji aliyê dagirkeran ve bi êşkenceyê hatin qetilkirin.
SALA 2021'Ê 49 KES HATIN QETILKIRIN
Li Efrînê di sala 2021'ê de jî bûyerên revandina mirovan, êşkence, standina fîdye, qetilkirin û destavêtinê bi rêk û pêk li Efrînê dewam kir.
Dewleta Tirk a dagirker di sala 2021'ê de 13 jê jin, 13 jê zarok bi giştî 49 sivîl qetil kir. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi belgeyan diyar kir ku 2 ji wan jin bi giştî 6 kes bi êşkenceyê hatin qetilkirin.
Yek ji wan jî Mevlude Nûman bû ku Gulana 2021'ê ji aliyê çeteyên Tirk ve li Zindaneke Raî bi êşkenceyê hate qetilkirin. Nemet Behçe Şêxo ya 32 salî ducanî bû ku bi êşkenceyê hate qetilkirin.
DAGIRKERAN LI ŞEHBAYÊ JÎ EFRÎNÎ QETIL KIRIN
Êriş û komkujiyên dagirkeran ên li ser Efrîniyan ne tenê li bajarê Efrînê hatin kirin. Mîna Efrînê li qadên dagirkirî ji Mare û Ezazê rojane topbaran li ser Şehbayê hate kirin ku derdora 150 hezar kes lê dimînin.
Di encama bombardûmana dewleta Tirk de 23'ê Çileya 2021'ê li Til Rifatê Seededîn El Qeys, Nazliye Mihemed Mûstafa û zarokê 5 salî Macid Yasir Sekran û Ebdulhemîd Sekran ê 12 salî jiyana xwe ji dest dan. Di vê êrişê de 2 sivîl jî birîndar bûn.
6'ê Nîsana 2021'ê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de ya li ser gundên Şêrawa û Şerayê keçeke 12 salî jiyana xwe ji dest da, 3 sivîl jî birîndar bûn.
13'ê Hezîrana 2021'ê di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Şêrawayê 3 sivîl birîndar bûn.
Li gundên Şehbayê di encama teqîna mayinên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de 6 jê zarok 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.
DAGIRKERAN HERÎ KÊM 8 HEZAR Û 455 EFRÎNÎ REVANDIN
Dewleta Tirk piştî ku 18'ê Adara 2018'an Efrîn bi temamî dagir kir, bajar kir êşkencexane.
Li her gundekî Efrînê herî kêm malek kirin êşkencexaneyek ji bo revandina mirovan.
Li Efrînê herî kêm 8 hezar û 455 kes ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin. Aqûbeta nîvê van Efrîniyan nayê zanîn. Beşek ji wan li êşkencexaneyên li qadên dagirkirî yên Sûriyeyê ne. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi belgeyan diayr kir ku ji kesên hatin revandin herî kêm 40 kes bi rengekî nehiqûqî birin Tirkiyeyê û cezayê giran li wan hatiye birîn. Her wiha gelek kes ji aliyê çeteyan ve di berdêla fîdye de hatin berdan. Heman kes gelek caran ji aliyê komên çete yên cuda ve hatin revandin û fîdye hate xwestin.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, li Efrînê revandina mirovan û xwestina fîdyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve guheriye sektorekê.
Sala 2021'ê herî kêm 655 kes hatin revandin ku 75 ji wan jin, 5 jê zarok bûn. Li gel komkujî, revandin, êşkence û destavêtinê, dagirkeran her wiha dest danîn ser mal, zevî, zeytûn û zeyta mirovan.
Li zindanên Tirindê, Meydan Ekbes, El Kerame, Mowaslat, Beradê, zindana darizandinê ya dagirkeran, Ezher Efrîn, Îtîhad El Erebî, Eşrefiye, Mahmûdiye, Kolana Vîlla, Amîr El Gubarî, Basûtê, Îstasyon, Xirabê, Kefer Canê, gundê Şengêl, Goran, Şiyê, Qermîtalqê û Raco ku yekser ser bi MÎT a Tirk ve ye êşkenceyên giran li Efrîniyan têne kirin.
'DIVÊ DAGIRKERÎ BÊ BIDAWÎKIRIN'
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi her awayî sûcên li dijî mirovahiyê li Efrîniyan dikin, tevî ku wan ev sûc bi raporan bi belge kirine jî hêzên navneteweyî ji bo pêşîgirtina li vê hovîtiyê gavek neavêtine.
Îbrahîm Şêxo got, "Rewşa Efrînê roj bi roj bêhtir nebaş dibe. Guhertina demografîk tê kirin. Revandina mirovan û standina fîdyeyê ji aliyê çeteyan ve bûye sektorek. Bi navê Rêxistina Mafên Mirovan em bang li saziyên navneteweyî hemûyan dikin; îro roja mafên mirovan e, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Divê dewleta Tirk ji Efrînê, ji Sûriyeyê bê derxistin, dawî li dagirkeriyê bê anîn û derfet bêne afirandin ku mirovên ji neçarî koç kirine li cih û warê xwe vegerin. Berpirsyarên komkujî û sûcên li dijî mirovahiyê divê bêne darizandin. Pirsgirêk û şerê Sûriyeyê divê bi bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi siyasî bê çareserkirin."