Li Efrînê di nava 20 rojan de 300 sivîl hatin revandin

Li Efrînê artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete di nava 20 rojan de 300 sivîl revandin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete yên li Efrînê ku li dijî gel dikin didomin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê sûcên dagirkeran belge dikin. Rêxistinê di belgeyên xwe dispêre çavkaniyên bi bawer û şahidan. Li gorî belgeyên rêxistinê ji destpêka dagirkirina kantona Efrînê ve zêdetirî 5 hezar kes hatine revandin û aqûbeta du hezar kesî jî ne diyar e. Hêzên dagirker ji bo serbestberdana kesên revandine daxwaza fidyeyê ji malbatan dikin.

'ROJANE SIVÎL TÊN REVANDIN'

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê di nava 20 rojên vê mehê de (Tîrmeh) zêdeyî 300 sivîl hatine revandin. Rêxistinê navên kesên hatine revandin û dîroka revandinê belge kir.

Di 10‘ê Tîrmehê de çeteyan jina bi navê Nîroz Mehmûd a 22 salî, Roşîn Menla Osman û Mizgîn Mehmûd ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawayê revandin.

Di 15‘ê Tîrmehê de dagirkeriya Tirk ji gundê Îsayê, şêniyên bi navên Mihemed Cemal Xelo, Umer Nazo, Emar Mihemed Nazo revandin û ew birin cihekî ne diyar û heta niha aqûbeta wan nehatiye zanîn.

Di 17‘ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ji şêniyên gundê Dîkmadaş a navçeya Şerayê sivîlên bi navên Ciwan Welîd Horo, Henîf Fehmî Arif û Mustefa Îbrahîm Xelîl revandin. Di heman dîrokê de jina ciwan Suzan Hikmet a ji gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawayê hate revandin.

Di roja 17‘ê Tîrmehê de çeteyên El-Cebha El-Şamiya yên girêdayî dagirkeriya Tirk meleyê mizgefta gundê Mustefa Xelîl ê 50 salî û kurê wî Mihemed Xelîl ê 24 salî revandin. Her wiha şêniyê bi navê Ehmed Beşîr El-Xelîl ê ji heman gundî hat revandin.

Roja 18‘ê Tîrmehê çeteyên Feyleq El-Şam ên ser bi dagirkeriya Tirk 3 welatî ji gundê Şadêra yê navçeya Şêrawayê revandin, ji wan Nûrî Cemo yê 60 salî hate naskirin. Çeteyan Nûrî li şûna birayê wî yê ku ji gund reviyaye û fide nedaye, revandin. Di heman dîrokî de leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê şêniyên bi navên Yûsif Henîf, Luqman Fehmî, Henîf Fehemî, Elî Cuma, Ebdulhemîd Hemza, Riyad Elî Cuma, Ehmed Afir ên ji gundê Dîkmadaş ê navçeya Şerayê revandin. Dîsa jî di vê dîrokî de çeteyan girtin ser malên şêniyên di navbera çerxerêya Marata û Otostrada ku dikeve rojavayê bajarê Efrînê. Di saetên derengî şevê de welatiyê bi navê Feysel û hevjîna wî revandin û birin cihekî ne diyar.

Di dîroka 19‘ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Koma El-Cebha El-Şamiya li gundê Karxa yê navçeya Mabatayê girtin ser malên sivîlan û 11 kes revandin. Ji kesên hatin revandin, Rîfaî Îso, Îso Necîb, Mustefa Henan Qamsim hatin naskirin. Li gorî çavkaniyian kesên hatin revandin, birin girtîgeheke li navçeyê ku di bin kontrola çeteyên El-Emşat de ye. Piştre ew birin girtîgeha Merata ya bajarê Efrînê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ê Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo anî ziman ku kesên hatine revandin li ser wan her cure êşkenceya fîzîkî û dirûnî tê kirin û ji bo berdana wan jî fidiye li wan tê ferzkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê şewitandina bax û baxçeyê sivîlan belge kir. Li gorî belgeyê artêşa Tirk a dagirker di 5‘ê Tîrmehê de zêdetirî 200 dar li derdora Efrînê û di 17‘ê Tîrmehê de li navçeya Şêrawayê zêdetir 300 zeviyên genim û ceh dan ber agir.

'ŞÛNWAR TÊN TALANKIRIN'

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Kantona Efrînê di 15‘ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê girê navçeya Cindirêsê vekolandin û parçeyên dîrokî dizîn. Her wiha li ser gir bargeheke leşkerî ava kirin.

Di roja 16‘ê Tîrmehê de jî girê gundê Sendîkanê yê navçeya Cindirêsê vekolandin, şûnwarên di gir de talan kirin û şandin Tirkiyê. Di heman dîrokê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Derwêş ê navçeya Racoyê bargeheke leşkerî ava kirin.

ŞEWITANDINA BAX Û BAXÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê şewitandina bax û baxçeyê sivîlan belge kir. Li gorî belgeyan artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 200 dar li derdora Efrînê û li navçeya Şêrawa zêdetirî 300 hektar ji zeviyên genim û ceh ji destpêka dagirkirinê ve şewitandine.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Efrînê Îbrahîm Şêxo bang li aliyê têkildarî kir ku zêdegaviyên Tirkiyê rawestinin û dagirkeriya dewleta Tirk di dadgeha cînayetan ceza bikin.