Li Efrînê di mehekê de 84 kes hatin revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di nava meha Îlonê de herî kêm 2 kesên sivîl qetil kirine û 84 kes jî revandiye.

Têkildarî sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî şênî û xwezaya Efrînê ya dagirkirî yên di meha Îlonê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

"Meheke bi êş û sûcdariyan li arşîva dagirkeriyê û komên pê ve girêdayî yên ji Sûriyeyê zêde dibe. Li bajarê Efrînê sûcên li dijî sivîlên Kurd berdewam dikin. Di meha Îlona 2020`an de sûcên qetilkirin, revandin û êşkenceyê, bi zora çekan zewicandina keçên malbatên Kurd bi endamên komên çeteyan re, hatin belgekirin.

Li deverên bajêr darên zeytûnan û yên daristanî hatin qutkirin, agir bi daristanan xistin û ji ber wê gelek rûber hatin şewitandin. Di heman demê de hêzên artêşa Tirk ji bo dîrok û şaristaniya Kurd a vî bajarî tune bike, şûnwarên talan dike û bi darê zorê sivîlan ji malên wan derdixe.

Ruxmî şer û mercên ewlehiyê yên dijwar ên li bajêr, rêxistina me rojane sûcên artêşa Tirk û komên çekdar ên li dijî sivîlên Efrînê şopandin. Lê dîsa jî li gorî asta sûcên ku têne kirin, ev belgekirin kêm dimîne.

Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê di Îlona 2020`an ev in:

- Sivîlek û zarokek bi çekan hatin qetilkirin.

- 84 welatî hatin revandin û li beranberî serbestbardana 14 kesan ji wan, fîdye hatin dayîn, di nav de 8 jin û zarok in.

- Bi darê zorê 3 keçên temenbiçûk hatin zewicandin.

- Li 7 deveran 700 darên zeytûnê hatin birîn

- Li 2 deveran dar hatin şewitandin.

- Li 4 deveran şûnwar hatin talankirin.

- Guhartina demografiya Efrînê didome.

- Navê Çerxerêya Meydankê veguherandin Artgelê.

- Dizîn û firotina malên sivîlên Kurd didome.

- Ferzkirina bacan li ser şêniyan.

Koçberên Kurd ên ku li herêmên Şehbayê dimînin û şêniyên navçeyên Şera û Şêrawayê ji ber terora dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûriyê yên girêdayî wê zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku rojane koçberên li wan gundan rastî topbaraneke hovane tên.

Artêşa Tirk û komên çekdar di Îlona 2020`an de, kantona Şehbayê û gundên navçeya Şera û Şêrawayê bi zêdetirî 377 êrişên bi topên hewan, obus û topavêjan kirin hedef û bi hezaran guleyên doçkayê avêtin gundên li hemberî van gundan. Li gel van êrişan jî firokeyên keşfê yên dewleta Tirk tim li asmanê herêmê digeriyan.

Sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhanê didomin. Bêyî ku aliyek wê bide sekinandin. Ruxmî ku Meclisa Mafên Mirovan di raporeke xwe de dewleta Tirk û komên Sûriyê yên çekdar bi pêkanîna van sûcan tawanbar kirin. Her wiha Komseriya Bilind a Mafên Mirovan li ser zimanê komîserê Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir ku mafên mirovan li herêmên bakurê Sûriyê, bakurê rojava û bakurê rojhilatê wê yên di bin kontrola hêzên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de, têne binpêkirin.”