Li Efrînê di mehekê de 45 kes hatine revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di meha Hezîranê de li Efrînê kerî kêm 45 kes revandine û herî kêm 900 dar birîne.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê rapora xwe ya li ser sûcên şer ên li Efrînê yên di meha Hezîranê de eşkere kir.

Di raporê de ev tişt hatin diyarkirin “Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî, MÎT`ê û çeteyên El-Hemzat, çeteyên Polîsên Leşkerî û Feyleq El-Şam 14 welatî revandin, navên welatiyên hatine revandin wiha ne: Hisên Hec Henan (30), Omer Tatoz (32), Ferîd Ebdulqadir (33), Dilo Adil Erebo (30), Basil Ehmed El-Hesen, Hisên Fewaz Elî, Nezmî Ekrem Reşo, Behrî Riyad Hemo, Mihemed Idrîs Hesen, Fewazî Welîd Subhî, Xebat Îsmaîl Henan, Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûme Ehmed Elî.

Çeteyên Emşat, Cebhe El-Şamiyê û çeteyên polîsên Sivîl û Polîsên Leşkerî bi hincetên bêbingeh li navçeyên Şiyê, Şêrawa, Bilbilê û Mabata jî 11 welatî revandin ku yek ji wan jin e. Navên kesên hatine revandin wiha ne: Omer Bekir Ehmed, Xelîl Şêxo, Ebdo Cîlo, Mihemed Fewzî, Emîn Menan Menan, Yasir Salih, Mihemed Esed Qasim, Cemîl Adil (27), Mesûd Samî Mamo (37), Şukrî Mehmûd Xelîl (42) û Nisrîn Mihemed Weqas.

Li navçeya Şêrawa jî çeteyên Feyleq El-Şam, çeteyên Polîsên Leşkerî û çeteyên ‘Ewlehiya Siyasî’ 13 welatî revandin û navên wan wiha ne: Hesen Mehmûd Osman, Mihemed Ehmed, Cuma Hemîd, Xelîl Ebdo Mihemed (32), Mehmûd Hisên Şêxo, Mihemed Ehmed Silêman, Xelîl Ehmed Şawtî, Yasir Cuma Elo, Mihemed Hemîd (46), Cume Omer Misto (47), Henan Omer Misto (35), Hadî Ednan Misto (34) û Yûsif Ebdo (37).

Li navçeya Raco û navenda kantona Efrînê ya dagirkirî jî, MÎT`ê û çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û çeteyên Polîsên Leşkerî 7 welatî revandin, kesên hatine revandin ev in: Mihemed Salih, Mihyedîn Reşîd Miqdad (58), Şêx Mûsa Reşîd Miqdad (48), Ehmed Ebdurehman Memo, Ronî Mihemd Îbiş, Mihemed Ehmed Mistefa (38) û Eslan Şêxmûs Hebeş (39).

Li gorî rêxistinê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker li seranserê kantona Efrînê zêdetirî 900 dar (zeytûn, hinar û darên din) birîn da ku bi êzingan bazirganiyê bikin û xwezayê wêran bikin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, di 6 mehên destpêkê yên îsal de, 30 jê jin, çeteyên dagirkeriya Tirk 346 welatî revandine, 18 kes qetil kirine. Her wiha zêdetirî 8 hezar û 500 dar birîne, bêhtirî 300 darên û bi dehan hektar daristan û zevî şewitandine.”