Li Efrînê çete malbatên Kurd ji malên wan dikin der

Çeteyên dagirker li Efrînê malbateke din a Kurd bi êşkenceyê ji malên wan derxistin.

Dewleta Tirk a dagirker ji bo demografiya Efrînê biguhere, bi zorê Kurdên li Efrînê ji mal û gundên wan dikin der.

Li gorî agahiyên herêmî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh şev li gundê Eyn Hacer ê girêdayî Mabata avêtin ser maleke Kurd, zext li malbatê kirin ku malê vala bikin.

Mûhammed Ehmet ê avêtin ser mala wî dema ku nexwest malê vala bike, çeteyan êşkence lê kirin. Çeteyan êşkence li zarokan jî kirin, serê zarokê malbatê yê bi navê Omer jî şikandin.

Ji ber zext û êşkenceya çeteyan malbata Ehmed neçar man mala xwe biterikînin.